Gerîlayê HPG’ê şehîd Goran Dêrsim hat bibîranîn

Li Çilaxayê ji bo gerîlayê HPG’ê Goran Dêrsim ku 21’ê Sibatê li Guherzê şehîd bûye, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Gerîlayê HPG’ê şehîd Goran Dêrsim hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê şehîd Goran Dêrsim hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê şehîd Goran Dêrsim hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê şehîd Goran Dêrsim hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê şehîd Goran Dêrsim hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê şehîd Goran Dêrsim hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê şehîd Goran Dêrsim hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê şehîd Goran Dêrsim hat bibîranîn
Gerîlayê HPG’ê şehîd Goran Dêrsim hat bibîranîn
28 nîsan, 2025   15:22
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Çilaxayê ji bo gerîlayê HPG’ê Goran Dêrsim (Hemed Hasan Nuweydîs) ê 21’ê Sibatê li Guherzê ya Amêdiyê şehîd bûye, merasîma bîranînê li dar xist. Merasîm li bajarokê Kêşikê yê Çilaxayê bi amadebûna şêniyên Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer, Dêrikê, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî, tevgerên jin û ciwanan hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Desteya Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Ebdo sersaxî da malbata şehîd û got, xwîna pêkhateyan di çeperên berxwedanê de tevlihev bûye û ji bo avakirina welatekî azad rihê yekitî û hevgirtinê geş kir.

Ebdulkerîm Ebdo heya pêkanîna xeyalên şehîdan û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan soza domandina berxwedanê da.

Endamê Nîvisgeha Têkiliyan a QSD’ê Sefqan Ferho jî got: “Şehîg Goran soz dabû ku dê ji bo welatê xwe berdêlên giran bide û soza xwe bi cih anî. Em jî soz didin wî ku em ê heya serkeftinê şopdarên rêya wî bin."

Endamê Kongra Îslama Demokratîk Mele Mihdî Xelîl jî sersaxî da malbata şehîd Goran û wiha got: "Asta şehîdan mîna asta pêxember û rusulan e, ji ber ji bo parastina rêgezên mirovî û rûmetê canê xwe feda kir."

Di dewama merasîmê de endama Kongra Star Norman Hesnûnî jî banga dilsoziya bi keda şehîdan re kir û diyar kir ku bi saya keda şehîdan ew bi aramî dijîn.

Piştî li dengê şehîd Goran Dêrsim hat guhdarkirin, wesîqeya şehîd Goran hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Birayê şehîd Goran, Hemade axivî û soza domandina rêya şehîdan da.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA