Şandeya Îmraliyê: Ev pêvajo wê me hemuyan bi hevre û azad bide jiyandin

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêber Abdullah Ocalan re, peyam da: “Ev pêvajo wê hemû kesî, me hemuyan bi hevre û bi awayekî azad bide jiyandin. Em ji hemû beşên civakê tevkariyê dixwazin”.

Şandeya Îmraliyê: Ev pêvajo wê me hemuyan bi hevre û azad bide jiyandin
23 ÇILE, 2025   14:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder duh li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî bû. Hevdîtin 4 saetan dom kir. 

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtinê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: 

“Weke Lijneya Îmraliyê ya DEM Partiyê me 22’yê Çileya 2025’an li Girava Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.

Di civînê de, Birêz Ocalan sersaxî li malbatên welatiyan ku di şewata êşdar a Bolûyê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest.

Lijneya me der barê hevdîtinên ku me bi rê ve birin de, agahiyên pêwîst dan Birêz Ocalan.

 Xebatên Birêz Ocalan ên li ser pêvajoyê dewam dikin. Piştî ku amadekariyên der barê vê mijarê de bi dawî bibin, daxuyaniyên pêwîst dê ji raya giştî re bên ragihandin.

Em ê weke lijne, xebat û têkiliyên xwe bidomînin û her ku geşedan pêk bên em ê raya giştî agahdar bikin.

“Ev pêvajo wê hemû kesî, me hemuyan bi hevre û bi awayekî azad bide jiyandin. Bi hêviya ku ev armanc pêk were, em ji hemû beşên civakî tevkariyên wan ên hêja hêvî dikin.”

(a)

ANHA