Di merasîma oxirkirina 3 şahîdan de de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn

Şêniyên kantona Firatê bi merasimeke bi heybet 3 cangoriyên azadiyê spartin axê. Di merasimê de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn.

Di merasîma oxirkirina 3 şahîdan de de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn
Di merasîma oxirkirina 3 şahîdan de de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn
Di merasîma oxirkirina 3 şahîdan de de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn
Di merasîma oxirkirina 3 şahîdan de de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn
Di merasîma oxirkirina 3 şahîdan de de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn
Di merasîma oxirkirina 3 şahîdan de de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn
Di merasîma oxirkirina 3 şahîdan de de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn
Di merasîma oxirkirina 3 şahîdan de de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn
Di merasîma oxirkirina 3 şahîdan de de soza şopandina xeta şehîdan hat dayîn
23 ÇILE, 2025   15:19
KOBANÊ

Bi sedan şêniyê kantona Firatê, endam;n sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ehmed (Ehmed Qarî) ku di 19`ê Çileyê li Girê Berkel, xebatkara tenduristiyê Lînda Şelebî di 18`ê Çileyê di encama nexweşiya penceşêrê û xwendekara Zanîngeha Rojava Ronîza Mihemed ku di 22`ê Çileyê li bendava Tişrînê şehîd bûbûn, bi merasimeke bi heybet li pakrewangeha Şehîd Dîcle y başûrê Kobanê oxir kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê berdevaka Inîsiyatîva Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a kantona Firatê Eyşe Efendî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Eyşe Efendî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû hovitiya xwe êrişî herêmê dike û wiha pê de çû: “Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker gelê me berê xwe dide bendava berxwedanê. Me çawa di 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê têk bir, em ê vê carî jî dewleta Tirk di bendavê de têk bibin. Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirtin lewra em xwedî hêza herî xurt in. Em soz didin ku her tim li pey xeta şehîdên xwe bin.”

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Bozî jî axivî û got: “Em ê hata dawiyê bi pey xeta şehîdên xwe bin, em tu carî bi êrişên dagirekeriya Tirkiriyê tune nabin, her yek ji me şehîd dibe hêz û vîna me xurtir dibe, ji ber ku şehîdên me hêza me ne.”

Piştî axaftinan belgenameyên şahîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi tiliyan û dirûşma “Şehîd namirin” spartin axê.

(sş/k)

ANHA