Şandeya Îmraliyê dê di 28’ê Sibatê de daxuyaniyê bide

Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina sêyemîn a bi Abdullah Ocalan re dê di 28’ê Sibatê de li Enqereyê daxuyaniyê bide.

Şandeya Îmraliyê dê di 28’ê Sibatê de daxuyaniyê bide
26 sibat, 2025   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibe li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn li dar bixe. Ahmet Turk jî dê di şandeyê de cih bigire.

Şande dê piştî hevdîtina sêyemîn, di 28’ê Sibatê de li Enqereyê daxuyaniyê bide. Dê têkildarî hevdîtinan û encamên wê agahî bên parvekirin.