Meclisa Olî ya Dêrazorê hat avakirin

Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca xurtkirina jiyana hevbeş mecliseke olî li kantona Dêrazorê ava kir.

Meclisa Olî ya Dêrazorê hat avakirin
Meclisa Olî ya Dêrazorê hat avakirin
Meclisa Olî ya Dêrazorê hat avakirin
Meclisa Olî ya Dêrazorê hat avakirin
Meclisa Olî ya Dêrazorê hat avakirin
26 sibat, 2025   17:47
DÊRAZOR

Bi armanca xurtkirina jiyana hevbeş a olî, Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meclisa Olî ya kantona Dêrazorê ava kir. Di merasîna ragihandina avakirinê de bi dehan şêniyên kantonê, nûnerên Meclisa Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên eşîrên herêmê û nûnerên Kongreya Îslama Demokratîk beşdar bûn.

Di serî de endamê Kongreya Îslama Demokratîk Ehmed Ferec El Dahir diyar kir ku cewhera Îslamê li ser yekkirina hemû gel û miletan rabûye û got: "Îslam di nav xwe de gelek netewe hewandine û banga yekbûn û biratiya gelan dike."

Hevserokê Meclisa Rêveber a kangonê Mihemed El Dexîl avakirina meclisê pîroz kir û diyar kir ku peyama Îslamê aştî ye û armanc ji avakirina meclisê belavkirina hîndariyên Îslamê yên li ser bingeha edalet û wekheviyê ye.

Bi navê Meclisa Al El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêx Sînan Şêx Ehmed damezirandina meclisê pîroz kit û bang kir ku karê qenciyê bikin.

(mh/fr)

ANHA