Kesên ku dê banga dîrokî bixwînin diyar bûn 

Banga dîrokî ya bi Kurdî dê Ahmet Turk û ya bi Tirkî jî Pervîn Buldan bixwîne.

Kesên ku dê banga dîrokî bixwînin diyar bûn 
27 sibat, 2025   15:43
 NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hevdîtina sêyemîn bi Rêber Abdullah Ocalan re kir. 

Endamên Şandeya Îmraliyê Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol piştî hevdîtinê vegeriyan. Şande, hate Hotêla Elît a Worldê.

 Dê banga dîrokî ya Rêber  Abdullah Ocalan a bi Kurdî Ahmet Turk û ya bi Tirkî jî Pervîn Buldan bixwîne.