Şandeya Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir

Şandeya Ewropayî ku ji 39 kesan pêk tê, bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk bînê çû Tirkiyeyê, daxwaznameyek radestî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir.

Şandeya Ewropî ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kir
1 tîrmeh, 2025   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Platforma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) ku ji hêla akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegerên ji ber zextan ji Tirkiyeyê çûne Ewropayê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” da destpêkirin.

Di  çarçoveya kampanyayê de ji welatên cuda 39 kes ku rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, wekîl û hiqûqnas jî di nav de ne, hatin Stenbolê. Mebesta heyetê ew e ku bi daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi derdorên cuda re hevdîtinê bike. Heyet di vê çarçoveyê de ewil çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzertiya  Rêber Abdullah Ocalan dike.

Şandeye di serdana xwe de daxwaznameyeke bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re radestî Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kir.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ji ber serdanê spasiya heyetê kir û got: “Di vê pêvajoya em tê de ne tişta we kirî karekî gelek girîng e. Hûn ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatin ku li Girava Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin. Weke parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji 1999an heta niha ku Abdullah Ocalan bi komployekê radestî Tirkiyeyê kirin, parêzertiya wî ya hiqûqî dikin. Lewma yên ji ewil şahidiya her tiştên li Îmraliyê diqewimin dikin, em in. Bêguman piraniya tiştên em lê bûne şahid, nebaş bûn. Bêguman carên ku hêviya me çêbûyî, serdemên birêz Ocalan bi dewletê re pêwendî danî û pêvajoyên aştiyê jî çêbûn. Bû 6 meh ku em dîsa di serdemeke wiha de ne. Çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî ku piştperedeyeke wan a dîrokî heye, aliyê xwe yê sosyolojîk û hwd. hene, zehmet e. Hewceye em bi sebir bin, pêwîstî bi hewldanan û ya herî girîng jî bi piştevaniyê heye. Di vê çarçoveyê de hatina we ya vê derê gelek girîng e.”

Piştre jî Parlamentera Îtalyayî Francesca Cerasani li ser navê heyetê axivî û wiha got: “Em ji bo piştevaniya bi gel û birêz Ocalan re li vir in. Hêvîdarin ev hewldan mezin bibe û bi rastî jî dixwazin li vê derê piştevaniya xwe nîşan bidin.”