Li Başûr di mehekê de 3 jin hatin qetilkirin

Di meha Hezîranê de li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê 3 jin hatine qetilkirin.

Li Başûr di mehekê de 3 jin hatin qetilkirin
1 tîrmeh, 2025   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, di meha Hezîrana îsal de li herêmên cuda yên Başûrê Kurdistanê 3 jin hatine qetilkirin.

Di 2’yê Hezîranê de li taxa Bineslawa ya Hewlêrê jina ciwan a bi navê Sara Fereydun ku xwendekara dibistana amadeyî bû, neçarî xwekuştinê hatiye kirin.

Di 12’ê Hezîranê de li navenda Zaxoyê ya ser bi Dihokê ve, jina ciwan a bi navê N.A.E (26) ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin.

Di 22’yê Hezîranê de jina ciwan a bi navê Aşna Xesrew ku xwendevana dibistana amadeyî bû, li Soranê ya ser bi Hewlêrê ve, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye. Tê gotin jina ciwan bi awayekî biguman agir bi bedena wê ketibû, yan jî hatibû şewitandin.

Di 24’ê Hezîranê de li Silêmaniyê 4 jinên mamosteyên nerazî yên bi navê Şehla Elî, Munîre Ebdulla, Nur Ferîq û Dilsoz Zengene ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve bêyî ku biryara girtina wan hebe, hatin destgîrkirin. Her çar jin di dema destgîrkirinê de rû bi rûyî tundiyê hatin.

Di nava 5 mehên destpêkê yên îsal de, li Herêma Kurdistanê 14 jin hatine qetilkirin û 10 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest daye, 2 jî birîndar bûne.