Şandeya ENKSˊê û Ehmed El Şeri hevdîtin kir

Şandeya ENKSˊê bi Ehmed El Şeri re li Şamê civiya. Duh jî şande bi Wezareta Karên Derve re civiyabû.

Şandeya ENKSˊê û Ehmed El Şeri hevdîtin kir
3 sibat, 2026   17:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hesabê fermî yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê, serokê hikumeta Ehmed El Şeri îro bi şandeya Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) re li Qesra Gel a Şamê civiya.

Hat bibîrxistin ku di hevdîtinê de El Şeri gotiye dewlet pabend e mafên hemwelatiyên Kurd di çarçoveya destûrê de garantî bike.

Şandeya ENKSˊê jî biryarnameya serokatiyê ya hejmara 13ˊan pêşwazî kir û got gaveke girîng a di pêşxistina mafan û parastina taybetmendiyên çandî û civakî de ye.

Duh şandeya ENKˊê çûbû Şamê û bi wezîrê Karên Derve yê hikumeta demkî ya Sûriyê Esed El Şîbanî re civiyabû.

(fr)