Şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakur serdana Şandeya Kurdî kir

Şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakurê Kurdistanê serdana Şandeya Kurdî kir. Hevdîtin li navenda Partiya Demokratîk a Kurdistan-Sûriye (PDK-S) pêk hat. Şande dê piştre serdana Daireya Têkiliyên Derve bike.

Şandeya DEM Partiyê û saziyên Bakur serdana Şandeya Kurdî kir
22 ÇILE, 2026   14:21
QAMIŞLO

Şandeya Dem Partiyê û saziyên Bakurê Kurdistanê li Qamişoyê serdana Şandeya Kurdî kir. 

Endamên Şandeya Kurdî ya Hevbeş; sekreterê giştî yê PDK-S’ê û serokê Şandeya Kurdî Mihemed Îsmaîl, endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl, endamên ENKS’ê Feysel Yûsiv û Silêman Osê pêşwaziya şandeyê kir.

Dê şande piştî hevdîtinê serdana Daireya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.

 (bî-jh/k)

ANHA