Dayika û bav Ramîn Hisên Penahî ji bo Rojava banga piştgiriyê kirin

Bav û dayika Ramîn Hisên Penahî ê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, bang li her kesê kirin ku piştgiriyê bidin berxwedana Rojavayê Kurdistanê.

Dayika û bav Ramîn Hisên Penahî ji bo Rojava banga piştgiriyê kirin
22 ÇILE, 2026   14:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê her ku diçe berfireh dibe, divê çarçoveyê de ji Rojhilatê Kurdistanê piştgiriyek bi wate hat.

Dayik û bavê Ramîn Hisên Penahî yê ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, bi kurte dîmenekê piştgirî dan berxwedana Rojavayê Kurdistanê.

Bavê Penahî di peyama xwe de got; “Em weke dayik û bavê Ramîn Hisên Penahî piştgiriyê didin Rojavayê Kurdistanê. Em bang li hemû cîhanê dikin ku piştgiriya Rojava bikin.”

Hêjay gotinê ye ku di 23’ê Hezîrana 2017’ê de komek 4 kesî ya pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan-Îranê li nav bajarê Sine ketine kemîna sopay pasdarên Îranê. Di encama şerê derket de 3 pêşmerge şehîd bûn. Pêşmergeyê binavê Ramîn Hisênpehanî bi birîndarî kete destê hêzên pasdarên Îranê.

Her wiha Ramîn Hisên Penahî piştî zêdetirî salekê di 8’ê Îlona 2018’an de li Girtîgeha Reca ya bajarê Kerec ji aliyê rejîma Îranê ve hate darvekirin.