Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî hevdîtina li gel Rêber Abdullah Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriya.

Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16 sibat, 2026   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne di seatên serê sibê de çûbû Girava Îmraliyê. Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol, piştî hevdîtina li gel Ocalan ji Girava Îmraliyê vegeriyan.

Tê payîn ku heyet der barê hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re pêk anî, daxuyaniyekê nivîskî biweşîne.