Di teqîna erebeyekê li Siwêdayê de 2 kes mirin

Di teqîna erebeyekê li nava bajarokê Qerya yê gundewarê başûrê rojavayê Siwêdayê de 2 kes mirin.

Di teqîna erebeyekê li Siwêdayê de 2 kes mirin
16 sibat, 2026   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî daxuyand ku îro li bajarokê Qerya yê gundewarê başûrê rojavayê bajarê Siwêdayê de erebeyek teqiya, bi wê re kesê bi navê Tîm El Heleh di cih de mir û Cewad Basim Ewad (15) birîndar bû. Cewad jî di ambulancê de li ser rê jiyana xwe ji dest da.

(fr)