Şandeya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş

Şandeya DEM Partiyê ya ku ji Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê dê bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtinê bikin.

Şandeya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
2 ÇILE, 2025   11:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan, di 28’ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Pervîn Buldan û Onder piştî hevdîtinê dest bi serdanên partiyên siyasî yên li Meclisê dikin.

 AHMET TURK JÎ DI ŞANDEYÊ DE CIH DIGIRE

 Şandeya DEM Partiyê ku Ahmet Turk jî dê di nav de cih bigire, dê di nava rojê de bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re hevdîtinê bike. Şandeya ku ji Pervîn Buldan, Onder û Turk pêk tê, piştî temamkirina serdanên xwe yên bi partiyên siyasî re, dê biçin serdana rêxistinên civaka sivîl, sendîka, rêxistinên ked û pîşeyî û derdorên civakî.

 Hat zanîn ku dê di serdanan de nêrîn û pêşniyar bên nivîsandin û piştî serdan bi dawî bûn, şande dê daxuyaniyeke berfireh parve bike.

 BERNAMEYA HEVDÎTINÊ

 13:30 - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş

 Cih: Meclis

 15:00 - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî

 Cih: Meclis