Rojnameyên erebî: Demografiya gundên Elewiyan tê guhertin
Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da guhertina demografîk ku çete li Sûriyeyê pêk tînin û nakokiyên Hindistan û Pakistanê.

Rojnameya El Ereb di weşana xwe ya îro de bal kişand ser guhertina demografîk a li gundên Elewiyan ên li parêzgeha Hema ya Sûriyeyê ku ji aliyê çeteyên "El Emşat" yên bi serkêşiya Ebû Cabir El Xetabî ve tê kirin.
Rojnameyê diyar kir ku çete El Xetabî niştecihên resen ê gundê Arza yê Elewiyan ê li Sehil El Xab ê Hemayê koçber kirin û koçberên li bajarokê xwe "Xetab" li gundê Arazayê bi cih kirin û navê gundê Arza kir "Xetaba Nû". Rojnameyê ev pêngav wek "Qirkirina taîfî û guhertina demografîk a bi darê zorê li bakurê rojavayê Sûriyeyê" nirxand.
Rojnameyê destnîşan kir ku guhertina demgorafîk di medyaya civakî de zêde hat rexnekirin. Hate gotin, fikar li ser çarenûsa ol û taîfeyên din ên li herêmê, bi taybetî li ser Elewiyan, zêdetir dibe.
Li gorî rojnameyê; SOHR’ê ev yek wek "Provokasyoneke xeternak ku aştiya navxweyî ya tehdît dike" nirxand û xwest bi xurtî li hemberî van kiryaran were sekinandin.
Rojnameyê her wiha diyar kir: "SOHR’ê destnîşan kir ku bikaranîna nasnameya mezhebî wek amûreke provokasyonê parçebûna civakî kûrtir dike û hewldanên ji bo avakirina aştiyeke mayînde li ser bingeha welatîbûna wekhev û edaletê asteng dike. Ji bo rêgirtina li pêşiya van polîtîkayan jî tevgereke kollektîf hewce dike ku nirxên jiyana hevbeş û yekitiya nîştimanî xurt dike.”
Rojnameyê bi bîr xist ku di 31’ê Çileya îsal de li gundê Arzayê bûyerên bixwîn çêbûn, di encamê de 8 Elewî hatin kuştin.
‘PAKISTAN Û HINDISTAN: ŞEREKÎ NÛ DI NAVBERA DU HÊZÊN NUKLEER DE?’
Rojnameya El Quds El Erebî li ser zêdebûna metirsîdar a nakokiyên di navbera Hindistan û Pakistanê de hişyarî da û diyar kir ku ev nakokî dikare bibe sedema şerekî nû di navbera her du hêzên nukleer de.
Hate gotin: "Li Keşmîrê li ser navendeke geştyarî ku ji aliyê Hindistanê ve tê birêvebirin, êrişeke terorî hat kirin û di encamê de 26 sivîl hatin kuştin. Hikumeta Hindistanê ya Partiya Bharatiya Janata wek bersiva li hemberî êrişê hejmara dîplomatên pakistanî kêm kir, deriyê sînor girt û hişyarî da welatiyên pakistanî ku ji welat derkevin. New Delhiyê jî Peymana Parvekirina Ava Çemê Indusê rawestand. Çavdêran ev gav wek herî xeternak a salên dawîn bi nav kir."
Di dewama nivîsê de hate gotin, Îslamabadê diyar kiriye ku tu têkiliya wê bi vê êrişê re tune ye, lê civîneke awarte ya bi navê "Komîteya Ewlekariya Neteweyî" li dar xist û li dijî "gefên Hindistanê" tedbîr girtine.
Li gorî rojnameyê, bertekên her du aliyan dikarin bibe sedema şerekî nukleerî, nemaze eger Hindistan tesîsên nukleerî ên li xaka Pakistanê bike hedef.
(bb)