Şandeya DEM Partî ji Îmraliyê vegeriya 

Şandeya DEM Partiyê ku ji 7 kesan pêk tê, piştî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji Girava Îmraliyê vegeriya. 

Şandeya DEM Partî ji Îmraliyê vegeriya 
27 sibat, 2025   14:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê, ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, di saetên serê sibehê de çûbû Grava Îmraliyê. 

Şandeya ku bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, ji gravê vegeriya. 

Şande dê saet di 17.00’ê de li Stenbolê peyama dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve bike.