Nobeta li Bendava Tişrînê bi biryardarî didome

Çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê di roja 51`an de bi coş didome.

Nobeta li Bendava Tişrînê bi biryardarî didome
27 sibat, 2025   14:17
KOBANÊ

Ji 8’ê Çileyê gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li bendava Tişrînê nobetê digirin.

Çalakiya nobetê di roja xwe ya 51 bi koma ji kantona Firatê dewam dike.

Nobedarên bendavê ku bi coş û moraleke nobetê digirin, li ber stranên şoreşgerî govendê digerînin.

Nobeta li Bendava Tişrînê dê heya rawestandina êrişan dewam bike.

(sş)

ANHA