Şandeke YNK’ê serdana Nûnertiya PYD’ê kir

Bi boneya 22’yemîn salvegera damezrandina PYD’ê, partî û aliyên siyasî serdana Nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê dikin. Endamê Rêveberiya YNK’ê Salar Mehmûd ku serdana nûnertiyê kir piştgiriya partiya xwe ji tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re anî ziman.

Şandeke YNK’ê serdana Nûnertiya PYD’ê kir
Şandeke YNK’ê serdana Nûnertiya PYD’ê kir
Şandeke YNK’ê serdana Nûnertiya PYD’ê kir
Şandeke YNK’ê serdana Nûnertiya PYD’ê kir
Şandeke YNK’ê serdana Nûnertiya PYD’ê kir
Şandeke YNK’ê serdana Nûnertiya PYD’ê kir
Şandeke YNK’ê serdana Nûnertiya PYD’ê kir
Şandeke YNK’ê serdana Nûnertiya PYD’ê kir
20 îlon, 2025   16:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera damezrandina PYD’ê, hizbên siyasî, partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê serdana Nûnertiya PYD’ê ya li Silêmaniyê dikin.

Bivê boneyê şandeyek YNK’ê ya ji endamê Rêveberiya YNK’ê Salar Mehmûd, Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekir, nûnerên Malbenda 1 ya YNK’ê ya Silêmaniyê, Waxfa Mam Celal û Ragihandina YNK’ê serdana Nûnertiya PYD’ê kir.

Endamê Rêveberiya YNK’ê Salar Mehmud ku serdana PYD’ê kir, ji ajansa mere axivî û got; “PYD hêzek nîştimanî û Kurdistaniye, li Rojavayê Kurdistanê xwedî bandorek mezine û di serxistina şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rolek mezin lîst. Ev destkeftiyek mezine, di nava vê şoreşê de bi taybet jinan rolek bi bandor û mezin lîstin. Em weke YNK piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin. Me ji bo naskirina kantonên Rojavayê Kurdistanê, li parlamentoya Herêma kurdistanê pêşengtî kir.”

Salar Mehmud herî dawî got; “Divê ji bo Rojavayê Kurdistanê têbikoşîn û deswerdan dikar û barê wan de neyê kirin. Em hewl bidin hevsengiyek netewî di navbera Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de hebe.”