Li Siwêdayê xwepêşandan didomin

Bi sedan şêniyên bajarê Siwêdayê û gundewarê wî bi xwepêşandanekê banga mafê xwe yê diyarkirina çarenûsê û berdana revandiyan kir.

Li Siwêdayê xwepêşandan didomin
Li Siwêdayê xwepêşandan didomin
Li Siwêdayê xwepêşandan didomin
Li Siwêdayê xwepêşandan didomin
Li Siwêdayê xwepêşandan didomin
Li Siwêdayê xwepêşandan didomin
20 îlon, 2025   16:19
SIWÊDA

Li qada Keramê ya bajarê Siwêdayê û li qadên bajarêb Şehba û Qerya yên gundewarê Siwêdayê bi sedan welatî daketin xwepêşandanan. Xwepêşandêran banga mafê diyarkirina çarenûsê û berdana hemû girtiyan û aşkerekirina çarenûsa windahiyên li cem Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê kir.

Xwepêşandêran girêdana xwe bi mafê rewa yê diyarkirina çarenûsê li herêmên xwe teqez kir û bang li aliyên berpirs kir ku xwedî li bangên wan derkevin û sivîlan biparêzin.

Ji Tîrmeha borî ve xwepêşandan û çalakiyên xwecihî li Siwêdayê bi armanca bidestxistina mafê diyarkirina çarenûsê didomin. Ev yek piştî êrişa hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ya li dijî Siwêdayê ku di encamê de zêdetirî 2 hezar welatiyên Siwêdayê bûn qurbanî, derket holê.

(mh)

ANHA