Li gundewarê Cebleyê tevlihevî û alozî

Li gundewarê bajarê Ceble yê parêzgeha Laziqiyê tevlîhevî heye. Erebeyên endamên hêzên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyeyê li gelek cihan belav bûne.

Li gundewarê Cebleyê tevlihevî û alozî
20 îlon, 2025   17:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê El Daliya yê bajarê Ceble duh alozî di navbera şêniyên bajarokê û berpirsekî “komîteya aştiya navxweyî” de ku birayê Fadî Seqir e, derket. Birayê Fadî Seqir li gel rojnameya Reutres`ê hewl dida nêrîna şêniyan bigire.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku şêniyan ev kar weke sextekirina rastiyan bi nav kir û gurûp ji bajarok derxist.

Piştî vê bûyerê bi dehan erebeyên girêdayî Ewlehiya Giştî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê li têketina bajarokê li cihekî bi navê El Hatûn û herêma Diwêr Babdeh, bi cih bûn.

Li gorî SOHR`ê karwanekî ku ji 200 endamên bi çek pêk dihat ji bajarê Ceble ber bi navçeya El Qetîlilbiya, eniya El Dalya û gundê Bêt Ana ve çûn.

Di heman demê de gelek şêniyên gundên derdorê ji tirsa şer û operasyonên heyfhildanê, ji malên xwe derketin.

Di 3`yê Îlonê de, dewriyeyeke Ewlekariya Giştî bi dehan wesayîtan êrişî gundê Qirin Hîla, ku li gundewarê bajarê Cebleyê ye, kir. Her wiha bi ser gelek malan de girt û 5 ciwanên ji deverê girtin.

(ac-şx)

ANHA