Şande bi dirûşma ‘Ji Îmraliyê re hezar silav’ hat birêkirin

Li Wanê "Meşa û Qersê mezin a azadiyê" bi dirûşma “Ji Îmraliyê re hezar silav” dest pê kir. Meş dê heta 15’ê Sibatê bidome.

Şande bi dirûşma ‘Ji Îmraliyê re hezar silav’ hat birêkirin
1 sibat, 2024   13:28
 NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên demokratîk, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çaresekirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, îro li Wan û Qersê dest bi “Meşa mezin a azadiyê” dikin. Meş dê heta 15’ê Sibatê bidome. Baskê meşê yê Wanê piştî daxuyaniya ku hat dayîn dest pê kir. 

WAN

Piştî daxuyaniyê şandeya ku ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl pêk tê ji otelê heta Parka Mûsa Anter bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” meşiyan.

‘DILÊ MÎLYONAN BI ME RE YE

Girseya ku li vir kom bû, şandeyê bi dirûşme û çepikan pêşwazî kir. Girseya ku li vê derê di bin ablûqaya polîsan de ma, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axaftinek kurt kir. Keskîn, spastiya hemû kesî kir û wiha got: “Meşa me hîn nû destpê dike. Gelê Wanê li xwedî derketinek mezin nîşan da. Xwedîderketina me xwedî li derketinek pîroz e. Hejmara me ne tenê ev e. Dilê mîlyonan bi kesan bi me re ye. Hûn her gav hebin gelê Wanê.”

ÊRIŞÊ GIRSEYÊ KIRIN

Piştî axaftinê polîs xwest ku girseyê kom bi kom belav bike. Di heman demê de welatiyên li derve jî piştevaniya çalakiyê kirin. Girseya ku dema ber bi Cedaya Mereşê ve çû, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ji Îmraliyê re hezar slav”, “Kurdistan ji faşîzan re bibe goristan” û “Ji tecrîdê re na, azadî zû” hat berzkirin. Di vê navberê de polîsan êrişê kir û gelek welatî û parlamenter ji polîsan lêdan xwar. Kesekî jî hat binçavkirin.

GOVENDA MEŞA AZADIYÊ HAT KIŞANDIN

Ligel êrişa polîsan şande ya “Meşa mezin a azadiyê” ber bi avahiya DEM Partî ya Wanê ve meşiyan. Girseya ku li ber avahiyê kom bûbûn bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo”, bi çepik û tililiyan hatin pêşwazî kirin. Li hewşa avahiya DEM Partiyê govenda meşa azadiyê hat gerandin. Piştre jî şande hat birêkirin.

QERS

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat jî di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Meşvanên di baskê Qersê de cih digirin, pêşmalkên bi nivîsa “Meşa Azadiyê” li xwe kirin.