Ferînaz Etiye: PKK dikare çareseriyên realîst ji krîzên Rojhilata Navîn re pêşkêş bike

Lêkolera ji Misirê Ferînaz Etiye diyar kir ku PKK xwedî fikir û tecrubeyên siyasî û aborî ye ku dikare çareseriyên realîst ji krîzên Rojhilata Navîn re pêşkêş bike.

Ferînaz Etiye: PKK dikare çareseriyên realîst ji krîzên Rojhilata Navîn re pêşkêş bike
28 mijdar 2023   04:45
QAHÎRE
MUHSIN MISIRÎ

45 sal di ser damezirandina PKK′ê ya bi rêberiya Rêber Abdullah Ocalan re ku ji 25 salan ve dewleta Tirk girtî ye, derbas dibe.

PKK bû parêzvana sereke ya mafên Kurdên li tevahî herêmên Kurdistanê. Ew jî ruxmî şerên leşkerî û çapemeniyê ku li dijî partî û rêveberên wê pêk tên, reşkirin û dorpêça ji hêla hêzên hegemon ve.

PKK û Rêber Abdullah Ocalan bûn sembola azadîxwazên li seranserî cîhanê, gerîlayên wê jî di oxira azadî û demokrasiyê de bûn sembola fedakariyê.

Li gorî pisporan, PKK tevî serkeftinên leşkerî, fikrên siyasî û aborî dikare çareseriyan ji krîzên dewletên Rojhilata Navîn re pêşkêş bike.

Lêkolînera Ferînaz Etiye li ser mijarê got: "PKK di 27′ê Mijdara 1978′an ji hêla komeke ciwanên Kurd ve hate damezirandin. Ew ciwan ne di wê demê de ne sembol an jî rêber bûn, lê belê komeke ciwan bûn û xwestin parastina mafên çandî, siyasî û civakî yên Kurdên li Tirkiyeyê bikin.”

Ferînaz wiha domand: "Partî ji dema damezirandina xwe ve li hember emparyalîzma rojavayî disekine û destwerdan û siyasetên rojavayî yên li hember dozên Rojhilata Navîn red dike. Partî ji bo ku mafên Kurdan ji dewleta Tirk bistîne û hîna li dijî Kurdan neheqiyê û bindestiyê dike, xwe spart têkoşîna çekdarî. Dewleta Tirk pabendî tu lihevkirinên bi partiyê re îmze kirine, nebû. Piştî derbasbûna zêdetirî 45 salan di ser damezirandina PKK′ê re, hîna şer di navbera partî û Tirkiyeyê de dewam dike."

REŞKIRINA PKK′Ê

Ferînaz Etiye di dewama nirxandina xwe de got: "Dewleta Tirk bi awayekî giştî hewl da Kurdan reş bike û bi awayekî taybet jî hewl da PKK′ê reş bike û tawana terorê hem biavêje ser PKK′ê hem jî Kurdan. Ev nêrîn bi awayekî mezin di şerê wê û QSD′ê yê li dijî DAIŞ′ê de derket holê û hate guhartin. Piraniya şervanên QSD′ê ji Kurdan in û wan di sekna li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ′ê de lehengiya xwe îsbat kir. Bi wê re nêrîna cîhanê ji Kurdan re hate guhartin, îdia û derewên dewleta Tirk ên der barê terorbûna Kurdan de guherîn. Di heman demê de jî dewleta Tirk çek didan DAIŞ′ê ku li dijî hêzên Kurd şer bike."

Ferînaz aşkera kir ku ji bo berjewendiya xwe cîhan li hember doza Kurdan bê deng ma û hîna jî binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan ê di girtîgeha Îmraliyê de ragirtiye, paşguh dike û ji mafên wî yên qanûnî û navneteweyî mehrûm dike.

Ferînaz anî ziman ku ji ber ku PKK li dijî siyasetên hêzên rojavayî ye û destwerdanên wan ên li herêmê red dike, ew jî li hember binpêkirinên li dijî partiyê û serokê wê bê deng in. Ji ber ku dewleta Tirk pêşengiya pêkanîna berjewendiyên hêzên rojavayî yên li Rojhilata Navîn dike.

ÇARESERIYÊN PKK′Ê′

Ferînaz Etiye der barê mijarê de wiha got: "Fikrên PKK têkildarî çareseriyan pêşkêş dike, ger li ser erdê pêk werin, dê gelek pirsgirêk û krîzên heyî werin çareserkirin, bi taybet di aliyê aborî de. Hin fikir hene, ger ji hêla dewletên Rojhilata Navîn ve werin pêkanîn, dê enerjiyên xwe yên ji dewletên rojava werdigirin, qut bikin û girêdana xwe bi rojava re bi dawî bikin."

Lêkolînera ji Misirê Ferînaz Etiye di dawiya de ev tişt got: “Fikrên PKK′ê yên gefan li hêz û serweriya rojavayiyan dixwin, hişt ku ew li hember tawanên rojavayiyan be; çi bi rêya bêdengiya wê ya têkildarî PKK xistine ′lîsteya terorê′ yan jî Komploya Navneteweyî ya li dijî serokê partyê û damezirînerê wê birêz Abdullah Ocalan.”

(fr)

ANHA