Li Kobanê di salvegera PYD`ê de soza domandina têkoşînê hat dayîn

Salvegera damizrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê ya 23 ‘ an li Kobanê bi Civînekê hat pîrozkirin . Di pîrozbahiyê de ji bo misogerkirina mafên Kurd di destûr û avakirina Sûriyeke demokratîk û pir reng de soza berdewamkirina têkoşînê hat nûkirin

20 îlon, 2026   13:53
KOBANÊ

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre li ser navê PYD`ê  Bozan Xelîl axivî û wiha got: "Wekî her kes dizane PYD`ê partiyekî şehîdan e ,  PYD`ê ya ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo  hatiye avakirin, îro gihîştiye asta  ku bi hezaran wê kar û xebatê li ser va fikrê dewam dikin. "

Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya parastina destkeftiyên şoreşê, avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî û parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê.

Her wiha li ser navê malbatên Şehîdan Eyşe Efendî axivî û salvegera damezrandina PYD`ê pîroz kir.  

Eyşe Efendî wiha dewam kir: " Yek ji şehîdên PYD`ê hevjînê min Salih Muslim bû ku ew yek ji kesên destpêkê yên damezrandina va partiyê bû .

Di dawiya civînê de sînecizyonek li ser têkoşîna PYD`ê hat pêşandan.

(c t/k)

ANHA