Salvegera damezirandina ajansa me hat pîrozkirin

Di pîrozbahiya salvegera 12’an a damezirandina ajansa me (ANHA) de soza domandina xeta ragihandina azad hate dayîn.

28 sibat, 2025   21:08
QAMIŞLO

Sibe (1’ê Adar) salvegera 12’an a damezirandina ajansa me Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) ye. Bi vê wesîleyê îro li Hola Zana ya li bajarê Qamişloyê pîrozahiyek hat lidarxistin. Pîrozbahî bi amadebûna malbatên şehîdên ajansa me, bi dehan rojnamevan û rewşenbîr hat lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, sînevîzyonek li ser xebata 12 salan a ajansa me hat pêşandan.

Piştre jî endama Meclisa Rêveber a ANHA’yê Arîn Siwêd axivî û ser xebata 12 salan a ajansê wiha got: "ANHA’yê ji destpêka ku ava bûye, hewl da bibe çavê heqîqtê. ANHA’yê bi toreke rojnamevan û nûçegihanan bûyerên li ser asta Sûriyeyê dişopîne û hewl dide tora xwe berfireh bike."

Arîn Siwêd bi bîr xist ku ANHA’yê di rêya ragihandina heqîqetê de 6 şehîd daye û soza şopandina rêya wan da.

Piştî axaftinan, nûçegihanên me ji ber keda ku dane hatin xelatkirin. Her wiha xelat pêşkêşî malbatên şehîdên ajansa me hatin kirin.

Pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(bb)

ANHA