Dr. Cewad El Beydanî banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir

Lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr. Cewad El Beydanî banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir. El Beydanî diyar kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan "hincet ji Tirkiyeyê re nehişt" û diyar kir ku ev bang dê bibe sedema dan û standinên nû yên di navbera aliyên pêwendîdar de.

Dr. Cewad El Beydanî banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir
1 adar, 2025   03:55
NAVENDA NÛÇEYAN 
GÎVARA ŞÊX NÛR

Lêkolîner û dîroknasê iraqî Dr. Cewad El Beydanî destnîşan kir ku banga dawîn a Rêber Abdullah Ocalan ku tê de banga agirbestê û avakirina bingehên demokratîkûnê dike, di encama dan û standinên kevn ên di navbera Rêber Abdullah Ocalan û rayedarên Tirk de pêk hatiye. El Beydanî got armanca vê gavê ew e ku "tu hincetê ji Tirkiyeyê re nahêle" û cîdiyeta Enqereyê ya lêgerîna demokrasiyê aşkera bike.

El Beydanî her wiha got di banga Ocalan de "gelek kod" hene, her wiha diyar kir ku dibe ev bang bibe sedema destpêkirina dan û standinên nû di navbera aliyên têkildar de. Her wiha diyar kir ku diyalog dê tenê li ser vê bangê neyê avakirin, lê dê li ser esasê azadiya Rêber Abdullah Ocalan ku sembola bîrdozî ya PKK’ê tê dîtin, were avakirin.

El Beydanî diyar kir ku PKK "li ser bingehên bîrdozî hatiye avakirin" û endamên wê pereyan wernagirin, lê wek gel û neteweyên din ji bo bidestxistina serxwebûn û azadiya xwe dixebitin. El beydanî daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir da ku derfeta wî çêbe bi rêveberên partiya xwe re gotûbêjan bike û sedemên daxwaza danîna çekan û agirbestê şîrove bike.

El Beydanî got dê di navbera Rêber Abdullah Ocalan û rayedarên Tirk de diyalog dewam bikin û Rêber Abdullah Ocalan bi banga xwe "hincet ji Tirkan re nehiştine”. Her wiha diyar kir ku dibe rayedarên Tirk rastî zextên Amerîkayê hatibin, ji ber wê jî serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ji bo xwe rizgar bike serî li Rêber Abdullah Ocalan da.

El Beydanî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê gelê Kurd jî wekî hemû gelên cîhanê mafên xwe yên siyasî û çandî bi dest bixe.

(k)

ANHA