Daxwaza gel azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku daxwaza wan azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û got ramanên Rêber Ocalan rêya xelasiya hemû gelan e.

Daxwaza gel azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e
7 îlon 2024   05:10
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Şêniyên Tirbespiyê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku bêdengî tevkariya bi siyasetên dewleta Tirk ên li dijî gelan re nîşan dide. 

Ûsama El Ziyab anî ziman ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan girîng in û ji pirsgirêkên gelan re çareserî ne û got: "Em dixwazain Rêbertî bi fîzîkî azad bibe. Ji gelên herêmê tê xwestin ku çalakî, semîner û panelan zêde bikin da ku karbin banga xwe ya azadiya fîzîkî ya Rêbertî ragihînin."

Şêniya bi navê Xerîba Silêman destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan di warê azadiya jinan û zîhniyeta civakê de guhertineke şoreşgerî çêkir û got: "Em dizanin ku tecrîda di kesayeta Rêbertî de li dijî gelê herêmê ye, ji ber ku ev gel bi fikrê Rêbertî bawer e û wekî rêya xelasiyê dibîne."

Xerîbe bang li tevahî jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di hemû qadan de têkoşînê xurt bikin.

Xerîbe bêdengiya li hemberî pergala li Îmraliyê wekî "di siyasetên li dijî gelê herêmê  de tevkariya bi Tirkiyeyê re û pêkanîna berjewendiyên wê" nirxand.

Semîhe Osman jî got: "Fikrên Rêbertî girîng in, dijminên civakê girîngiya vî fikrî dizanin lew ra şerekî taybetî li ser civakên me dimeşîne."

Semîhe anî ziman ku divê gelê herêmê li hemberî planên şerê taybet ku dewleta Tirk û hin hêzên komploger pêk tînin hevgirtî be û hişyar be û got: "Bi hevgirtinê em ê karibin siyasetên şerê taybet ên li ser civaka me têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin."

(bb)

ANHA