Salih Gedo: Banga Rêbertî ji bo gelê Kurd serkeftineke mezin e

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriydyê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan kesayetiyek wêrek e û bangawaziya wî ya aştiyê de bilind nirxand.

Salih Gedo: Banga Rêbertî ji bo gelê Kurd serkeftineke mezin e
3 adar, 2025   07:05
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Di 27’ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê bangek dîrokî kir û piştre Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) agirbest ragihand û piştgirî da pêvajoya aştiyê.

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di qonaxeke dîrokî û hestiyar de kesayetiyeke wêrek û pêşeng e û destnîşan kir ku niha top li qada dewleta Tirkiyeyê ye û divê ji bo aştiyê gavên cidî biavêje.

Salih Gedo banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê (bakur, başûr, rojhilat, rojava) weke serkeftineke mezin nirxand.

Her wiha got ku nameya Rêber Abdullah Ocalan peyama kurt bû lê bi wateyekî kûr bû, ji ber ku li ser du xalên sereke rawstiya: ya yekem Garantîkirina mafên gelê Kurd, Ya duyemîn jî pêkanîna demokrasiyê li Tirkiyeyê ye.

Kaddo her wiha diyar  kir ku ev bangewazî dê bandoreke berfireh li ser herêma Rojhilata Navîn bike û ê bibe sedema guhertinên bingehîn di rewşa siyasî ya herêmê de.

Her wiha bal kişande ser wê yekê ku piştevaniya navdewletî ji bo bangeşeyê pir mezin e, ji ber ku Amerîka, Yekîtiya Ewropa û welatên din piştgiriya xwe ji vê bangê re ragihandin.

Gedo diyar kir ku helwesta PKK`ê ya agirbestê, hêviyên hin laiyan şikandin, ew ên ku dixwestin PKK`ê helwesteke dijberî peyamê bibe. Vê yekê jî dewleta Tirkiyeyê xiste rewşekê ku divê wê biryarên bilez bide.

Gedo tekez kir ku divê dewleta Tirkiyeyê bi awayekî fermî deriyê diyalogê veke û guhertinên destûrî yên ku mafên rewa yên gelê Kurd nas bike pêk bîne, hebûna 25 milyon Kurd li Bakurê Kurdistanê nas bike. Her wiha divê civaka navdewletî ji nêz ve van geşedanan bişopîne û ji bo pêkanîna van biryaran zextên navneteweyî bên kirin.

Salih Gedo da zanîn ku banga Ocalan di vê qonaxa dîrokî ya hestiyar de xwedî girîngiyeke mezin e û wê bandoreke mezin li geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn bike û diyar kir ku ew bi hêvî ne  ku ev pêngav bibe destpêka qonaxeke nû ya aştî û aramiyê li herêmê.

(k)

ANHA