‘Fikrên Rêber Abdullah Ocalan hezkirin di nav gelan de çand’

Pêkhateyên bajarê Dêrikê destnîşan kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nav gelan de hezkirin çand, ji ber ku ew fikir daxwaza aştiyê dikin.

‘Fikrên Rêber Abdullah Ocalan hezkirin di nav gelan de çand’
3 adar, 2025   02:35
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Pêkhateyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê destnîşan kir ku bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan aramî, demokrasî, biratiya gelan û jiyana hevbeş li herêmê pêk hat. 

Girêdayî wê, welatiyê bi navê Mihemed Ebdurehman got: "Pêkhateyên herêmê, bi rêya fikra Rêber Abdullah Ocalan a têkildarî pêvajoya aştiyê, encamên girîng ên têkildarî xurtkirina aştî û demokrasiyê di nav de gelan de bi dest xistin."

Ebdurehman wiha domand: “Bi têkoşîna xwe û girêdana bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan ve, me biratiya gelan û jiyana hevbeş pêk anî. Em îro jî dibînin ku çawa pêkhateyên herêmê di hemû qadên leşkerî, siyasî û civakî de mil bi mil dixebitin"

Welatiya bi navê Raxîde Xelîl jî destnîşan kir ku bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan jinan xwe bi pêş xist û pêşengtiya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û got: “Jinan hêz û îradeya xwe ji fikrên Rêbertî wergirtin. Tevlêbûna jinan di hemû qadan de û pêkanîna rola xwe ya bingehîn bi saya têkoşîna wê ya li ser fikra Rêber Abdullah Ocalan e."

Welatiyê bi navê Elî Oryal diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nav gelan de hezarkirin xurt kir, ji ber wê jî divê ew fikir werin pêkanîn û got: “Feslefeya aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan wê bi ser bikeve."

(mh/fr)

ANHA