Şaredariya Til Hemîsê plana başkirina rewşa xizmetguzarî danî

Şaredariya Gel a bajarê Til Hemîsê der barê pirsgirêka kanalîzasyonanê ya bajêr de diyar kir ku wê ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî panlsazî daniye.

Şaredariya Til Hemîsê plana başkirina rewşa xizmetguzarî danî
Şaredariya Til Hemîsê plana başkirina rewşa xizmetguzarî danî
Şaredariya Til Hemîsê plana başkirina rewşa xizmetguzarî danî
Şaredariya Til Hemîsê plana başkirina rewşa xizmetguzarî danî
Şaredariya Til Hemîsê plana başkirina rewşa xizmetguzarî danî
Şaredariya Til Hemîsê plana başkirina rewşa xizmetguzarî danî
Şaredariya Til Hemîsê plana başkirina rewşa xizmetguzarî danî
3 adar, 2025   05:15
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê ji ber pirsgirêkên kanalîzasyonan û derketina ava qirêj di nav malan de, gelek zehmetiyan dikişînin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji bajêr wergirtine, sedemên vê pirsgirêkê rizîna tora kanalîzasyonan û xetimîna boriyan e ku ev demeke dirêj e nehatine paqijkirin.

Welatiyê bi navê Fayiz El Tenez diyar kir ku ev pirsgirêk ji salekê ve heye û wî gelek caran serî li şaredariyê dabû, lê heta niha jî şaredariyê ew pirsgirêk çareser nekiriye.

El Tenez destnîşan kir ku derketina ava kanalîzasyonan ji boriyên di nav malan de û belavbûna bêhnên nexweş dibin sedema nexweşiyê, mîna nexweşiya xuriya zarokan.

Welatiya bi navê Emîne El Elî axivî û bang li şaredariyê kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi awayekî lezgîn tev bigerin û got: “Divê şaredarî çareserkirina vê pirsgirêkê bixe plana xwe ya pêşîn."

Rêveberên li navenda tenduristiyê ya bajarê Til Hemîsê ji nûçegihanê me re da zanîn ku gelek rewşên nexweşiya xuriyê hatine navendê. Sedem jî ew e ku zarok dikevin nava ava qirêj.

Girêdayî mijarê, Şaredariya Gel diyar kir ku ji bo xebitîna di kanalîzasyonan de alavên wan kêm in û ji bo başkirina rewşa xizmetguzarî gelek plan hatine danîn.

(mh/fr)

ANHA