Banga ji bo sazkirina peymaneke civakî ya ji bo Sûriyeyê

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk Hesen Koçer da zanîn ku divê peymaneke civakî ya nû ya Sûriyeyê were sazkirin ku baweriyê di navbera dewlet û gel de vegerîne.

Banga ji bo sazkirina peymaneke civakî ya ji bo Sûriyeyê
Banga ji bo sazkirina peymaneke civakî ya ji bo Sûriyeyê
Banga ji bo sazkirina peymaneke civakî ya ji bo Sûriyeyê
Banga ji bo sazkirina peymaneke civakî ya ji bo Sûriyeyê
Banga ji bo sazkirina peymaneke civakî ya ji bo Sûriyeyê
19 tebax, 2025   15:53
TEBQA

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Tebqayê îro civîneke giştî li dar xist. Endamên Rêveberiya Xweser a Kantona Tebqayê û saziyên wê, nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hêzên leşkerî, meclisên herêmî û bi sedan şêniyên kantonê tev li civînê bûn. 

Civînê li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Tebqayê Hemid El Ferec bi xêrhatina beşdaran kir. cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer derbarê pêşketin û geşedanên siyasî yên dawiyê axivî, bi taybetî der barê diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz de.

Hesen Koçer destnîşan kir ku Sûriye piştî salên şer û pevçûnan, di qonaxeke hesas û dîrokî re derbas dibe. Her wiha da zanîn ku krîzên heyî bi ajendayên derve ve girêdayî ne. Koçber got ku divê peymanek civakî ya nû ya Sûriyeyê were sazkirin ku baweriyê di navbera dewlet û gel de, vegerîne.

Koçer diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriyê dide yekîtiya Sûriyeyê û parastina mafên hemû sûriyeyiyan. Koçer diyar kir ku ew alîgirên diyaloga bi hikûmeta veguhêz re ne ji bo parastina mafên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û parastina destkeftiyên wan.

Koçer diyar kir di vê qonaxa heyî de, ji bo xurtkirina van mafan û misogerkirina parastina wan di destûra nû ya Sûriyeyê de, hîn bêhtir xebat hewce ye.

Di dawiya civînê de, Koçer bersiva pirsên beşdaran da. Beşdaran jî piştgiriya xwe ya bi Rêveberiya Xweser re anî ziman.

(k)