6 namzet ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê Tebqayê di hevrikiyê de ne

Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê û Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyeyê, her wiha 3 namzetên serbixwe, li ser şaredariya bajarê Tebqayê, di nava hevrikiyê de ne.

6 namzet ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê Tebqayê di hevrikiyê de ne
6 namzet ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê Tebqayê di hevrikiyê de ne
6 namzet ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê Tebqayê di hevrikiyê de ne
6 namzet ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê Tebqayê di hevrikiyê de ne
6 namzet ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê Tebqayê di hevrikiyê de ne
6 namzet ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê Tebqayê di hevrikiyê de ne
6 namzet ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê Tebqayê di hevrikiyê de ne
6 namzet ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê Tebqayê di hevrikiyê de ne
6 namzet ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê Tebqayê di hevrikiyê de ne
4 hezîran 2024   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ,5 hezar û 336 namzet dê tev li hilbijartinên şaredariyan bin ku 11`ê Hezîranê li dar dikevin.

Li kantona Tebqayê, Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê ya ku ji 22 partî û rêxistinên jinan pêk tê, Partiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyeyê û hin namzetên serbixwe, li ser şaredariyên bajarên kantona Tebqayê wek Mansûra û Cirniyê û bajarokên wê wek Siwêdiyê, Sefsafa, Şemis El Dîn, El Bû Asî, Hemam û El Mehmûdlî, di nava hevrikiyê de ne.

Hevrikiya herî zêde li ser şaredariya bajarê Tebqayê ye ku 6 namzet li ser hevserokatiya wê di nava hevrikiyê de ne. Ew namzet ji Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê, Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyeyê ne û 3 namzetên serbixwe ne. Gelo ew kî ne?

Namzetên Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê Tebqayê

Elî Taha El Hemûd, li Tebqayê sala 1986`an ji dayîk bûye. Ji Fakulteya Bazirganî û Aboriyê der çûye. Piştî derçûnê, wek jimaryarê (muhasib) navenda perwerdeyê xebitiye. Beriya destpêkirina prosesa hilbijartinan, hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Mensûra bû û niha ji bo Şaredariya bajarê Tebqayê, tev li hilbijartinan dibe.

Ferîde Mihemed sala 1971`an ji dayîk bûye. Amadehî bi dawî kiriye û li teqîgeha ava vexwarinê ya bajarê Tebqayê, xebitiye.

Namzetên Hevbendiya Nîştimanî ya Demokrat li Sûriyeyê ji bo hevserokatiya şaredariya bajarê Tebqayê

Ebdullah El Ehmed sala 1988`an li Tebqayê ji dayîk bûye. Ji fakulteya aboriyê der çûye. Berê 6 salan rojnamevanê radyoya Firatiyê bû û bi gelek aliyên navneteweyî re karê çavdêriyê dikir. Niha jî, di rêxistinên civaka sivîl de, perwerdekar e.

3 namzetên serbixwe ji bo hevserokatiya şaredariya Tebqayê

Ebdulhekîm El Hesîno sala 1984`an li Tebqayê ji dayîk bûye. Ji beşa zimanê Erebî der çûye. Berê hevserokê Yekitiya Mamosteyan a Tebqayê bû. Vê dawiyê cihê xwe di Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Tebqayê de girt. Dirûşma wî "dengê te siberoja bajarê te ye".

Newres El Hemûd sala 1988`an ji dayîk bûye. Beşa lêkolînên qanûnî yên pratîk a Fakulteya Parêzeriyê dixwîne. Berê di bazirganiyê de xebitiye.

Bedir El Ereb sala 1980`î li Tebqayê ji dayîk bûye. Ji Fakulteya Endazeriya Çandiniyê der çûye. Berê di daîreya depokirinê ya saziya êm a giştî de xebitiye. Dûre bû serokê navenda êm a El Mensûra. Her wiha serokê navenda êm a El Sebxa, serokê navenda êm û lêkolînan, serokê daîreya plankirinê ya saziya giştî ya Reqayê bû. Her wiha bi rêxistina UNDB wek endazyarekî pispor û bi rêxistina Bilmond re di beşa çavdêriyê û nirxandinê de, rêxistina "bi hev re ji bo Cirniye" wek perwerdekar di projeya piştgiriya hilberandina zeytûnan de xebitiye. Niha ji kesên sûdê ji deynên rêxistina Serac werdigirin, perwerdekariyê dike.

(şx)

ANHA