Sabrî Ok: Rojeva me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye

Sabrî Ok anî ziman ku divê rojeva bingehîn a gelê Kurd azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan be û got, "Paşeroja Tirkiyeyê, demokratîkbûn û azadiya gelê Kurd ji sedî sed bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye."

Sabrî Ok: Rojeva me ya bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye
21 hezîran 2024   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok tevlî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û rojev nirxand. Hevpeyvîna bi Sabrî Ok re bi vî rengî ye:

39 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Kes nizane bê li Îmraliyê rewş i ye, çi diqewime. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên gelê Kurd jî dewam dikin. Hûn hem bexwedan û têkoşîna li Îmraliyê hem jî çalakiyên gelê Kurd û dostan çawa dinirxînin?

Rojeva me ya bingehîn rewşa Rêber Apo ye. Ne tenê tevger û rêveberî, gelê me û dostên me jî divê her roj rewşa Rêber Apo ji xwe re bikin rojeva bingehîn, empatiyê bikin, rastî çi ye, wezîfe û berpirsyarî çi ye, çi dikare bê kirin; van meseleyan nîqaş bikin. Ev yek wezîfeyeke exlaqî, siyasî û mirovî ye. Rêber Apo dibêje jiyan, tenduristî û mirina min çawa dibe bila bibe sedema wê siyasî ye. 26 sal in Rêber Apo li Îmraliyê dîlgirtî ye, 39 meh in jî bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. 24 saetan bi kamerayê li Rêber Apo temaşe dikin. Lİ ser milê Rêber Apo barekî giran û dîrokî heye. Em texmîn dikin bê di bin zexteke çawa de ye. Zext û berxwedaneke gelekî mezin li Îmraliyê heye. Şerê esasî li Îmraliyê diqewime. Dewleta Tirk Îmraliyê weke herêmeke bê tasfiyekirin dinirxîne. Dewleta Tirk, Erdogan û Bahçelî li dijî gelê Kurd şerê qirkirinê dimeşînin. Eger îro li Îmraliyê jiyan hinekî normal bûya, Rêber Apo karîbûya jiyaneke asayî bijiya, dewleta Tirk li pêşberî rastiya Rêbertî bi hurmet bûya, qebûl bikira vê rewşê jî wê bandoreke erênî li Tirkiyeyê bikira. Ev yek tiştekî nepixandî nîne.

Dilê civaka Tirkiyeyê, gelê Kurd li Îmraliyê lê dide. Kes nikare berevajî vê yekê ispat bike. Ji ber vê jî paşeroj, demokratîkbûna Tirkiyeyê, azadiya gelê Kurd ji sedî sed bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye. Lewma misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berpirsyariya her kesî ye. Di serî de gelê me û em, her wiha hêzên şoreşger, her kesên xwedî nirxên mirovahiyê ne berpirsyar in. Ji ber vê jî kampanya ku beriya 8 mehan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destpêkirin li her devera cîhanê piştgirî wergirt. Ev gelekî bi wate ye. Kampanya hîn jî dewam dike. Ji bo fêhmkirina paradîgmaya Rêber Apo akademîsyen, hêzên şoreşger, ciwan parêznameyan dixwînin û nîqaşan dikin. Li dijî modernîteya kapîtalîst paradîgmaya Rêbertî ji bo her kesî dibe nefesek. Bêguman kampanya gihîştiye astekê lê belê divê em ti carî têrker nebînin. Kampanya divê her roj bi sînerjiyeke nû dewam bike û her kes xwe li pêşberî vê kampanyayê berpirsyar bibîne. Her Kurdek û mirovekî xwedî nirxên mirovahiyê ye divê ji xwe bipirse ku ji bo vê kampanyayê çi kiriye. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nebe divê kes nebêje me gelekî kar kir, bi ser ket û êdî bêhn dikare bê ber me.

Yek ji armancên me yên bingehîn azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Tecrîd ji xwe li dijî mirovahiyê ye, normal divê malbat, parêzer karibin serdanê bikin. Lê belê armanca me ya esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bêguman ji bo vê têkoşînek tê meşandin lê belê divê hîn berfireh û xurt be. Çawa ku li tevahiya cîhanê mirov xwedî li Mandela derketin, bi heman rengî divê em xwedî li Rêbertî derkevin. Ne tenê gelê Kurd dostên me kampanya dan destpêkirin; ev gelekî girîng e. Hêzên demokrasiyê, dostên me, hêzên sosyalîst, tevgerên jin û ciwanan divê vê kampanyayê bigihînin civakên xwe. Ne tenê tevlîbûna hin dostan bi tevlîkirina tevahiya civakê divê ev kampanya bê meşandin. Di vê mijarê de nîqaş hene, plansazî hene. Rojava ji bo vê kampanyayê li ser piyan e. Em hurmetê nîşanî karên li Bakur û Tirkiyeyê didin, têkoşînek tê meşandin lê belê têrker nîne. Bi taybetî gelê me yê li Bakur, hêzên demokrasiyê, hêzên sosyalîst, tevgerên Kurdan bila ji xwe bipirsin; gelo li holê tiştekî hiqûqî, qanûnî, exlaqî heye? Ev bi xwe sedemeke ku tiştek bê kirin.

Têkoşîna ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Bakur û Tirkiyeyê tê kirin em kêm dibînin. Divê civak rehet nebe, divê empatiyê bike. Rêber Apo gelê Kurd ji gorê rizgar kir, ku bi saxî hatibû veşartin. Gelê Kurd bû xwedî têkoşîn, îrade û nirxan. Rêbertî gel gihand vê astê. Divê gelê Kurd, dost, hêzên demokrasî û azadiyê bibêjin ku li holê neheqiyek heye. Di şexsê Rêber Apo de paşeroja civakê tê tinekirin. Lewma gelo ji her demê bêhtir pêwîstî bi têkoşîneke girseyî û hîn mezintir nîne? Ev yek pîvaneke mirovî ye. Weke min got, heta astekê kar heye, lê belê li Îmraliyê zext û êşkence dewam dike Lewma divê rabe ser piyan û têkoşînê dewam bike. Ji aliyê hiqûqî ve jî divê têkoşîn bê mezinkirin. Mînak li Tirkiyeyê bi hezaran parêzeran pirsgirêk xistin rojevê. Ev gelekî gigrîng e. Divê ji civakê re qala derewên dewleta Tirk û rûyê rast ê Erdogan bê kirin.

Dihate gotin, dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê xwedî planên êrişên mezin bû. Ji bo vê jî di navbera Iraqê û dewleta Tirk de gelek hevdîtin hatin kirin. Encamên çawa ji van hevdîtinan derkete holê û şerê navbera dewleta Tirk û gerîla niha di kîjan astê de ye?

Hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê hem jî li Îmraliyê şerekî gelekî giran diqewime. Ya rast li Tirkiyeyê jî şerekî giran heye. Li Tirkiyeyê gelo kes dikare bi rehetî hilmekê bistîne? Ev jî şerekî psîkolojîk, aborî û siyasî ye. Dewleta Tirk stratejiyek amade kir. Got, di mehên havînê de wê Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike û gerîla tine bike, bi vî rengî bi ser bikeve. Vî şerî destpê kir. Ji 16'ê Nîsanê û vir ve şerekî giran heye. Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê vê yekê baş fêhm nakin. Carna mîna ku 2 cîhan hene. Li aliyekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî mezin tê meşandin, li aliyê din jî her kes bi pirsgirêkên xwe ve mijûl in. Welê nabe. Eger dewleta Tirk li hemberî gerîla encamê bi dest bixe divê bê zanîn ku li Bakur û li Tirkiyeyê wê bêhn li mirovan biçike. Ji ber vê jî dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrişî gerîla dike. Eger hîn jî nekariye encamê bi dest bixe ev yek bi saya berxweedana gerîla ye. Li Zap, Metîna, Xakurkê, Garê û tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tecrûbeya bi salan û ruhê fedaî berxwedan tê kirin. Kes nikare li hemberî vê îradeyê bisekine.

Dewleta Tirk ku artêşa duyemîn a herî xurt a NATO'yê ye, çi dike bila bike kes hesab jê napirse. Ew jî pir bê exlaq iln, NATO jî piştgiriyê dide wan. Tevî van hemûyan jî li hemberî gerîla nikarin encamê werbigirin. Divê gelê Kurd bi vê zanibe û jê hêzê werbigire. Hîn di destpêka mehên biharê de heyeta Tirk bi dewleta Iraqê re timî hevdîtin dikir. Pêşniyar li Iraqê û PDK'ê kir ku bi hev re li dijî PKK'ê şer bikin. Kêm zêde em zanin bê di hevdîtinan de li ser çi axivîn, encameke çawa bi dest xistin. Dixwazim çend tiştan ji dewleta Iraqê re bibêjim; Dewleta Iraqê zane, ji dema Saddam û vir ve zêdeyî 40 sal in PKK li çiyayên Kurdistanê ye. PKK'ê ti carî zerar neda civaka Iraqê, neda gelê Başûr, neda gelê Kurd û dewleta Iraqê. Berevajî vê yekê PKK'ê her tim Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan, gel û civakên din hemû parast. Tevî vê jî dewleta Iraqê rabû PKK weke rêxistineke qedexekirî ragihand ku ev yek tiştekî şerm e. Em zanin bê ev tê çi wateyê. Ev rewş ne tenê daxuyaniyek e. Ev biryar rast nîne û divê dewleta Iraqê vê biryara şaş tavilê jinûve binirxîne û sererast bike.

PKK'ê beriya niha bi çend salan li dijî DAÎŞ'ê paşeroja Iraqê, Kurdan, Suryaniyan, Êzidiyan û Ereban rizgar kir. Şerekî fedaî kir, xwe ispat kir. Li şûna ku hurmetê nîşanî tevgereke bi vî rengî bide, li şûna ku dostanî û tifaqê pê re çêbike, wergirtina biryareke bi vî rengî neheqî ye. Dewleta Iraqê dibêje dewleteke serbixwe ye, madem welê ye çawa dibe ku dewleta Tirk bi sedan kîlometreyî dide nava xaka wê, dagir dike, li dehan deveran baregehan ava dike, bi hezaran leşkerên xwe lê bi cih dike? Ev êdî desteserkirin e, tu êdî dewleteke serbixwe nîne. Ev çawa dibe? Tu ne mafê xwe yê li hiqûqa navneteweyî bi kar tîne, ne şermezar dike, ne hesab dipirse? Her wiha li pêşiya civakê dibe asteng ku nerazîbûnê nîşan nede. Tu nerazîbûna Ereban, gelê Kurd asteng dike. Tu nahêle ku çapemenî li hemberî dewleta Tirk tiştekî bibêje. Rastiya dewleteke ku ji xwe re dibêje serbixwe ye bi vî rengî ye.

DEWLETA IRAQÊ TI CARÎ JI ME ZERAR NEDÎT

Dewleta Sûriyeyê, Beşar Esad 13 sal in di nava şerekî giran de ye. Sûriye hate talankirin, DAÎŞ, dewleta Tirk û gelek çeteyan dagir kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêveberiyeke xweser heye û dixwaze pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike lê belê dewleta Tirk xaka Sûriyeyê dagir kiriye. Di heman demê de li ser xaka Sûriyeyê sîstema xwe ya rêveberiyê dimeşîne, desteser kiriye, weke parçeyek ji xwe dibîne. Bi hezaran çete li wir bi cih kiriye. Tevî van hemûyan jî dewleta Sûriyeyê bersiveke bi vî rengî dide daxwaza hevdîtinê ya dewleta Tirk; heta ku dewleta Tirk a ku xaka me dagir kiriye xaka me neterikîne, heta ku hêzên xwe venekişîne em ê ti hevdîtinê pê re nekin. Bi rastî jî mirov hurmetê nîşan dide. Helwesteke bi pîvan nîşan dide, weke dewletê dibêje ew ê bi kesê ku xaka wan dagir kiriye hevdîtinê nekin.

Em li bendê bûn ku Iraq jî sekneke bi vî rengî nîşan bide. Carna bi helwesteke şermok dibêjin ji xaka me biçin lê belê di heman demê de bi dehan hevdîtinan dikin. Ev rast nîne. Divê dewleta Iraqê zanibe, bila guh nede gefên Erdogan, Erdogan ne weke 20 sal, 10 sal, her wiha ne weke 4 sal berê ye. Di nava civakê de hêza xwe nemaye. Tenê hêza burokrasî û dewletê di destê wî de maye. Wê her tim li ser desthilatdariyê nemîne. Divê dewleta Iraqê hîn stratejîk bifikire, berfireh bifikire, li gorî wê siyasetê bike. Weke tevger em dixwazin ev neheqî ji holê bê rakirin, têkiliyên dostane yên gelê Kurd û tevgera me bi civaka Ereb û dewleta Iraqê re bêne pêşvebirin. Ji ber ku ti carî zerar ji me nedîtin.

Divê careke din bên ser xeta rast. Bêguman hinek hene ku hewl didin navbera Iraqê û dewleta Tirk çêbikin, dixwazin li hemberî PKK'ê helwestê nîşan bidin, ku vê yekê ji xwe re weke wezîfeyê dibînin. Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn serkêşiyê ji vê re dike. Hewl dide ku Bexda û Enqere li hev bikin. Her wiha li Parlamenta Iraqê jî hinek hene ku dikevin xefika dewleta Tirk. Mînak Serokê Meclîsa Iraqê, Wezîrê Parastinê. Van şermezar dikim. Divê gelê me zanibe ku gelek pirsgirêk ji ber van kesan e. Bêguman pêvajo dewam dike. Dewleta Tirk hîn encam wernegirtiye, niha di patînajê de ye. Em zanin ku wê li dijî me hemû hêza xwe bi kar bîne. Em jî ji hêz, tecrûbe û teknîka xwe baawer dikin, xwe bi ruhê fedaî amade dikin.

Dewam dike...