Bi bernameyek hunerî daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin

Xelkê Dirêbsiyê diyar kir ku ew heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dewam dikin.

21 hezîran, 2024   00:02
HESEKÊ

Tevgera Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê di çarçoveya pêngava ˊJi Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserîˊ de bi beşdariya bi sedan xelkê bajêr, endamên sazî, meclis û tevgerên jinan şahiyek li parka Şehîd Zevîn li dar xist.

Di şahiyê de hevseroka Meclisa Bajarê Dirbêsiyê Raziye Îbrahîm axivî û îşaret bi pergala tecrîdê li girtîgeha Îmraliyê ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tê, kir.

Raziye got: "Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan derexlaqî û derqanûnî ye. Civaka navneteweyî jî di bêdengiya xwe de dewam dike."

Raziye diyar kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ew li qadên têkoşînê ne.

Dûre kom Cûdî ya Navenda Çand û Hunerê hunerên xwe pêşkêş kirin.

(fr)