Sabit El Cewher: Siberoja Sûriyeyê bi demokrasî û nenavendkirinê ve girêdayî ye

Sekreterê Giştî yê Partiya El Weten a Sûriyeyê diyar kir ku demokrasî û nenavendîbûn bingeha Sûriyeya nû ye û got, "Sîstemek piralî û nenavendî rêya pêkanîna mafên hemû pêkhateyên civakê, parastina yekîtîya dewletê, û bidawîkirina kirîza li welêt e. "

Sabit El Cewher: Siberoja Sûriyeyê bi demokrasî û nenavendkirinê ve girêdayî ye
22 kanûn, 2025   03:45
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî salên dirêj ên desthilatdariya navendî û serdestiya partiyek yekane li ser biryardanê, demokrasî û nenavendîbûn bûne pêdiviyeke girîng ji bo Sûriyeyek nû û ji bo bidawîkirina nakokiyan, parastina yekîtîya dewletê, û bidestxistina mafên welatiyan li seranserê welêt.

PIŞTÎ SERDEMA NAVENDÎKIRINÊ HEWLDANÊN JI BO AVAKIRINA DEMOKRASIYÊ

Sekreterê Giştî yê Partiya El Weten a Sûriyeyê, Sabit El Cewher, ji ajansa me re got: "Em bi partiyên siyasî, Rêveberiya Xweser û hemû hêz û kesayetên neteweyî yên Sûriyeyê re dixebitin da ku demokrasiyê li seranserê Sûriyeyê ava bikin, bi taybet ji ber ku Sûriyê ji 50 salan zêdetir di bin sîstemek navendî û nedemokratîk de bû, ku partiyek yekane desthilatdar bû û rêxistin, blok û kesayetên neteweyî yên din dihatin dûrxistin."

DEMOKRASÎ DESTHILATDARIYA GEL BI XWE YE

El Cewher wiha li gotina xwe zêde kir: "Em wek Partiya El Weten a Sûriyeyê demokrasiyê li Sûriyeyê wekî birêvebirina gel bi xwe dibînin, ango sîstemek nenavendî, piralî li ser bingeha destûrek ku mafên hemû civakên Sûriyeyê li seranserê welêt garantî dike. Ev bûye daxwazek gelêrî."

DEMOKRASÎ DÊ MAFÊN SÛRIYEYIYAN LI GORÎ DESTÛREK NETEWEYÎ BICÎH BÎNE

El Cewher destnîşan kir ku "Em bi berdewamî bi rêya medyaya civakî û dezgehên medyayê yên cûrbecûr dibihîzin ku hin alî li dijî nenavendîbûnê ne. Yên ku li dijî nenavendîbûnê ne, li dijî demokrasiyê ne. Demokrasî daxwazek girîng û gelêrî ye, û şertek bingehîn e ji bo rizgarkirina Sûriyeyê ji mîrateya salên desthilatdariyê û rewşa heyî ya ku Sûriyeyê. Nenavendîkirin û demokrasî dê Sûriyeyê ji  parçebûn, şerê mezhebî û zimanê nefretê rizgar bikin. "

El Cewher da zanîn ku demokrasî bingeha avakirina Sûriyeyek nû ye, ku tê de gel xwe bi xwe birêve dibe, da ku yekîtiya Sûriyeyê, hem axa wê û hem jî gelê wê biparêze.

El Cewher bang li hemû welatparêz, siyasetmedar, serokên eşîran, civakên olî yên Sûriyeyê kir ku regeza demokrasiyê, biparêzin da ku mafên xwe di bin destûrek neteweyî ya Sûriyeyê ya berfireh û pergalek nenavendî, piralî de misoger bikin.

NAVENDÎBÛN DÊ DÊ SÛRIYEYÊ WÊRAN BIKE

Sekreterê Giştî yê Partiya El Weten a Sûriyeyê, Sabit El Cewher, mijara navendîkirinê di Sûriyeya nû de nirxand û got ku ew ji bo gelê Sûriyeyê tê wateya wêraniyê û dê bibe sedema parçebûna welêt û windakirina rewatî û serweriya Sûriyeyê.

El Cewher di dawiyê de got: "Ger Sûriye derbasî sîstemeke destûrî ya nû bibe ku mafên hemû pêkhateyên xwe biparêze, xwestekên wan pêk bîne û hêviyên welatiyên Sûriyey pêk bîne, em ê Sûriyeyeke nû, piralî û nenavendî ava bikin. "

(k)