Parêzerek jin li ser siberoja jinên li Sûriyeyî hişyarî da

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Beşîra Cemaledîn, hişyarî da ku siberoja jinên Sûriyeyê di bin siya hikûmeta veguhêz û siyaseta wê ya dûrxistina jinan û sînordarkirina rola wan de, di xetereyê de ye. Beşîra diyar kir ku bêyî beşdariya jinan her pêvajoyek ji nû ve avakirinê dê krîzê girantir û kûrtir bike.

Parêzerek jin li ser siberoja jinên li Sûriyeyî hişyarî da
22 kanûn, 2025   05:10
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Endama Navenda Lêkolînên Parastina Jinan û hevseroka Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Beşîra Cemaledîn diyar kir ku rewşa jinên Sûriyeyê di bin siya hikûmeta veguhêz de ne ewle ye, ji ber ku jin ji pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê hatine dûrxistin.

Beşîra ji ajansa me re da zanîn ku ne tenê jin hatine dûrxistin, lê ji bo hemû civakên resen ên li Sûriyeyê dijîn, Kurd, Ereb, Asûrî û Keldanî jî, hatine dûrxistin. Beşîra bal kişand ser modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ku van hemû civakan hemêz dike û dihêle ku ew bi awayekî çalak beşdarî rêvebirina herêmên xwe bibin.

Beşîra Celaledîn bal kişand ser ezmûna Rêveberiya Xweser, ku jin cihekî bingehîn û girîng di saziyên sivîl û leşkerî û navendên biryardanê de digirin. Berşîra ev ezmûn wekî mînakek zindî ya hêza jinan ji bo birêvebirina karûbarên welêt bi rêya pergala hevserokatiyê nirixand, berevajî hikûmeta veguhêz, ku bi zanebûn jinan ji hemû waran derdixe û paşguh dike.

Beşîra diyar kir ku paşguhkirina jinan û hewldana dûrxistina wan ji warên cûda yên jiyanê di bingeh de tê wateya dûrxistina tevahiya civaka Sûrîyeyê, bi taybet piştî salên dijwarî, windahî û koçberiyê. Her wiha destnîşan kir ku li gorî dane û statîkên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), nîzîkî 4 milyon jin û zarokên Sûrîyeyê koçber û penaber bûe

Der barê nûnertiya jinan di Sûriyeya nû de, Beşîra Cemaledîn diyar kir ku pergala rêveberiyê ya ku tê xwestin divê nenavendî, demokratîk, sivîl be, ku mafên jinan misoger bike. Divê jin di hemû şaxên dewletê de, çi di wezaret, sazî, an navendên biryardanê de, bibin endamên bingehîn, her wiha divê bi awayekî rastîn tev li hikûmet, nivîsandina destûr û rêveberiya giştî ya karûbarên welêt bibe.

Beşîra Cemaledîn diyar kir ku divê polîtîkayên li hember jinan têne pêkanîn ji nû ve werin nirxandin, û da zanîn ku bêyî beşdariya çalak a jinan civakek rastîn nayê avakirin.

(k)