Rûsyayê 38 dronên Ukraynayê xistin xwarê 

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê li nîvgirava Qirimê 38 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Rûsyayê 38 dronên Ukraynayê xistin xwarê 
3 adar, 2024   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ku li ser Telegramê weşandiye, ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî di saetên berbanga îro de 38 dronên Ukraynayê xistine xwarê. 

Wezaretê diyar kir ku dron ji nîvgirava Qirimê ve hatin avêtin, lê di daxuyaniyê de nehat zanîn bê ka ziyan hene yan na.

Berpirsên ku Rûsyayê wan li nîvgirava Qirimê erkdar kirine destnîşan kir ku li pira ku nîv girava Qirimê bi bejahiya sereke ya Rûsyayê ve girê dide tevgera trafîkê 2 saetan hate rawestandin.

(bb)