Di 3'yê Adara 2017'an de çi li Şengalê qewimî?

Di 2017'an de dema ku hîna Şengalê êşên hovîtiya çeteyên DAIŞˊê dikişandin, hêzên PDK'ê li navçeya Xanesorê êrişek pêk anî. Di encamê de şervanên YBŞˊê, gerîlayên HPGˊê, rojnameger Nûjiyan Erhan û endama Tevgera Jina Êzidî Nazê Nayif şehîd bûn.

Di 3'yê Adara 2017'an de çi li Şengalê qewimî?
Di 3'yê Adara 2017'an de çi li Şengalê qewimî?
3 adar, 2024   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Şengal ji 25'ê Nîsana 2017'an ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê hedefkirin. Di encamê de gelek kes ji civaka êzidî û pêşengên rêxistinkirina Êzidiyan şehîd bûn. Herî dawî di 29'ê Sibatê de erebeya Meclisa Malbatên Şehîdan a Şengalê hat bombebarankirin. Di encama wê de ajokar Sedûn Mîrza şehîd bû.

Berî ku êrişa hewayî ya yekemîn a dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengalê bê kirin, çekdarên "Pêşmergeyên Roj" û hêzên Zêrevanî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 3’yê Adara 2017’an de êrişî navçeya Xanesorê kir. Di encamê de 7 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Asayîşa Êzîdxanê û gerîlayên HPG’ê şehîd bûn. Her wiha rojnamevan Nûjiyan Erhan birîndar bû û di 22'yê Adara heman salê de şehîd bû.

ÊRIŞ ÇAWA PÊK HAT?

Di saetên berbanga 3'yê Adara 2017'an de di navbera YBŞ'ê û çekdarên "Pêşmergeyên Roj"- hêzên Zêrevanî yên PDK'ê de li derdora navçeya Xanesorê ya Şengalê pevçûn derket.

YBŞ’ê li dijî êrişê mafê parastina rewa bi kar anî. Gelo êriş çawa pêk hat, di wê rojê de çi qewimî û piştî wê çi qewimî?

Di saetên nîvro yên roja pêncşemê 2'yê Adara 2017'an de çekdarên "Pêşmergeyên Roj" hewl dan derbasî navçeya Xanesorê bibin û hin deveran kontrol bikin. Ew dever jî ji 2014'an de anku piştî êrişên çeteyên DAIŞ'ê di bin kontrola YBŞ'ê de bûn.

Piştî çend rojan ji serdana serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ji bo Enqereyê "Pêşmergeyên Roj" sewqiyatên leşkerî yên mezin û çekên xwe yên giran tevî bi sedan çekdar, li herêmê bi cih kirin.

Der barê wê bûyerê de YBŞ'ê daxuyaniyek da, tê de diyar kir ku “Pêşmerge Roj" hewl didin erbasî herêmên wan bibin.

Piştî daxuyaniyê dayik û şêniyên civaka êzidî yên Şengalê berê xwe da eniyên şer û xwestin hêzên PDK'ê ji derdora navçeyê derkevin. Lê belê hêzan çekê xwe li hember şêniyan rakir û şênî gulebaran kirin. Ji ber wê jî YBŞ'ê neçar bû bikeve rewşa parastina rewa. Di encamê de şer derket. Hêzên PDK'ê çekên giran bi kar anîn û xaniyên Xanesorê bi awayekî rasterast topbaran kirin.

Gerîlayên HPG'ê hewl dan êrişan rawestînin. Gerîla Orhan û Çekdar li pêşiya erebeyeke BMB ya pêşmergeyan bê çekên xwe rawestiyan da ku pevçûnê bi dawî bikin, lê pêşmergeyan ew gulebaran kirin û ew herdu şehîd bûn.

Di encama pevçûnê de 7 şervanên YBŞ, endamekî Asayîşa Êzidxanê û 2 gerîlayên HPG'ê şehîd bûn. Rojnamevan Nûjiyan Erhan a di êrişê de birîndar bûbû di 22'yê Adarê de şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê têkildarî bûyera 3’ê Adarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku HPG'ê hêzên xwe ji bo rawestandina pevçûnê û parastina Şengalê şandin wir, lê ew hêz rastî êrişan hatin û ji wan 2 gerîla şehîd bûn.

Piştî çend rojan ji êrişê, êzidiyên li kampa Newroz a bajarê Dêrikê (ku ji bo bicihkirina koçberên Şengalê hat avakirin) berê xwe da Şengalê da ku piştgiriyê bibin berxwedana Xanesorê. Lê piştî ku ew gihîştin gundekî nêzîkê navçeya Rebîa ya sînorî ew ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatin astengkirin.

Di 14'ê Adarê de bi hezaran şêniyên Şengalê li pêşiya avahiya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya êzidiyan (PADÊ) ya li Xanesorê kom bûn û berê xwe da eniyên şer ên êrişkeran da ku êrişên wan şermezar bikin. Lê belê dîsa hêzan gule li şêniyan barandin û di encamê de endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Nazê Nayif şehîd bû û hin Êzîdiyên din ji ber bikaranîna gazan nerihet bûn.

Hêzên PDK'ê neçar man ji derdora Xanesorê vekişin. Lê dîsa jî ji dema ku wan di 3'yê Tebaxa 2014'an de Şengal ji çeteyên DAIŞ'ê re hişt, hewldanên derbasbûna Şengalê ranewestiyan.

Ew hewldan bi saya berxwedana xurt a civaka êzidî hatin têkbirin. Piştî ku PDK'ê nikarîbû planên dewleta Tirk a dagirker li Şengalê pêk bîne, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker piştî demeke kurt ji êrişa Xanesorê êrişeke hewayî ya rasterast li dijî Şengalê pêk anî.

Hemwextî wê, deverên cuda yên Şengalê hatin bombebarankirin. Di encamê de welatiyek şehîd bû û şervanekî YBŞ’ê birîndar bû. Her wiha avahiya Radyoya ÇIRA bi temamî hat wêrankirin. Di heman demê de jî navenda Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di 25’ê Nîsana 2017’an de li Qereçox a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat  bombekirin. Di encamê de 20 şervanên YPG û YPJ’ê şehîd bûn.

Berî êrişên li dijî Xanesorê û êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker, berpirsên AKP li baregeha Başîqa ya artêşa Tirk a dagirker a li bakurê rojhilatê Mûsilê bi berpirsên Iraqî re civiyan. Agahî hene ku artêşa Tirk a dagirker li wê baregehê çeteyan perwerde dike.

Li Enqereyê jî berpirsên PDK û AKP’ê civiyan. Xuya bû ku êrişên li dijî Xanesorê di encama van civînan de pêk hatin. Cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê Veysi Kaynak wê demê got: "Eger pêşmerge nikaribe wan ji wan derxe em ê wan derxin."

Piştî têkbirina êrişan, di 9’ê Cotmeha 2020’î de PDK û hikumeta Iraqê ya wê demê ya bi serokatiya Mistefa El Kazimî bi Tirkiyeyê re peymanek li dijî Şengalê îmze kir.

Peyman bi navê rêxistinkirina karûbarên ewlekarî û îrdarî ya li Şengalê bû. Xelkê Şengalê peyman wekî fermaneke nû bi navê qanûnê bi nav kir.

Tevî ku 3 sal di ser wê peymanê re derbas bûn lê dîsa jî bi saya berxwedana li hember wê ew li ser erdê nehatiye pêkanîn.

(mh)

ANHA