Piştevaniya Lezgîn mezintirîn bîra petrolê kontrol kir

Hêzên Piştevaniya Lezgîn mezintirîn bîrê Heclîc ê petrolê li Sûdanê kontrol kir û karker veguhastin başûrê Sûdanê.

Piştevaniya Lezgîn mezintirîn bîra petrolê kontrol kir
8 kanûn, 2025   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî endazyarekî ji AFPˊê re ragihandiye, Hêzên Piştevaniya Lezgîn îro mezintirîn bîrê petrolê li herêma Kerdevan a li ser sînorê başûrê Sûdanê xiste bin serweriya xwe.

Heman çavkanî diyar kir ku dema Hêzên Piştevaniya Lezgîn derbasî cihê bîrê bûn, tîmên pîşeyî di cih de avahî girt û hilberîn rawestand û ji bo ewlehiyê karker veguhastin xaka başûr.

Bîrê Heclîc ê petrolê li Sûdanê yê herî girîng e û ji Nîsana 2023ˊyan ve beşek ji rageşiyê ye.

(fr)