Li dijî ekîba Rojava FM êriş

Li dijî ekîba Rojava FM ya li bajarê Hesekê êrişeke çekdarî hat kirin. Di encamê de xebatkarek birîndar bû.

Li dijî ekîba Rojava FM êriş
10 cotmeh, 2026   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê êrişeke çekdarî li dijî ekîba Rojava FM hat kirin. Di encama êrişê de xebatkarekî radyoyê birîndar bû.

Xebatkarê birîndar rakirin nexweşxaneyê, piştî hat emeliyetkirin rewşa wî baş e.

Çekdaran erebeya ekîbê jî dizî û bir cihekî nediyar.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî li ser hûrguliyên vê bûyerê lêkolîn daye destpêkirin.

(bb)