Rûsya wê beriya dawiya salê bi Sûriyeyê re peymanan îmze bike

Rûsyayaê texmîn kir ku berî dawiya salê bi Sûrîyeyê re peymanan îmze bike da ku pêşeroja baregehên xwe yên leşkerî diyar bike û wan veguherîne navendên hevbeş ji bo perwerde û piştgiriya lojîstîkî.

Rûsya wê beriya dawiya salê bi Sûriyeyê re peymanan îmze bike
14 cotmeh, 2026   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Georgy Borisenko ragihand ku Moskov û Şam dibe ku berî dawiya îsal peymanên ku pêşeroja baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê diyar dikin îmze bikin.

Di hevpeyvînekê de bi kanala RTVI re, Borisenko diyar kir ku her du welatan di Tebaxê de memorandumek têgihîştinê ya demkî îmze kir û daxwaza veguherandina baregehên leşkerî yên Rûsyayê bo navendên hevbeş ji bo perwerde û piştgiriya lojîstîkî kir.

Borisenko destnîşan kir ku her du alî li ser amadekirina peymanên hikûmî dixebitin da ku rewşa dawî ya van baregehan diyar bikin û hêviya xwe anî ziman ku pêvajo berî dawiya salê biqede.

Rayedarekî Rûsyayê da zanîn ku baregeh dê heta radeyekê bi hev re werin bikaranîn, di nav de ji bo perwerdehiya personelên leşkerî yên Sûriyeyê û dabînkirina piştgiriya lojîstîkî.

2 baregehên leşkerî yên Rûsyayê li Sûriyeyê hene; yek navenda piştgiriya teknîkî û madî ya deryayî li Tertusê û ya din baregeha hewayî ya Himêmîmê li nêzî bajarê Ceblê yê parêzgeha Laziqiyê ye.

(f)