Wezîrê Karên Derve yê Fransa bi El Şîbanî re civiya

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Eseed El Şêbanî re civiya.

Wezîrê Karên Derve yê Fransa bi El Şîbanî re civiya
5 sibat, 2026   14:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî  malpera Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean  Noel Barrault û Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Eseed El Şîbanê re li Şamê civiyan.

Di heman malperê de hat gotin, di civînê de her du aliyan li ser pirsgirêkên hevbeş û pêşveçûnên herêmî, her wiha rêbazên xurtkirina tevkariyê di navbera navbera Sûriye û Fransa de nîqaş kirine.

Heman çavkaniyê diyar kir ku wezîran li ser girîngiya yekparbûna Sûriye, serdestî û silametiya xaka wê di çarçoveya zagonên navneteweyî û mafên gelan di aramî û pêşxistina herêmê de nîqaş kir.

Her wiha li ser rêbazên pêşxistina têkiliyên siyasî û aborî yên her du welatan ku têkeve xizmeta pêxistina diyalogê li ser asta herêmî û navnetewî, axivîne.

(np)