Rûsya kontrokirina bajarokekî Ukraynayê ragihand

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarokê Kortovka yê Donetskê kontrol kir û 763 dron, bombeyên rêberkirî û mûşekên HIMARS xistin xwarê.

Rûsya kontrokirina bajarokekî Ukraynayê ragihand
5 îlon, 2026   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokê Kortovka yê herêma Donetskê ya rojhilatê Ukraynayê kontrol kir. Wezaretê dîmenên kontrolkirina bajêr parve kirin.

 Wezaretê di daxuyaniya xwe ya rojane de destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê li 158 herêman li tesîsên binesaziya veguhastinê yên artêşa Ukraynayê û xalên demkî yên bicîhbûna hêzên Ukraynayê dane.

Li gorî daxuyaniyê, tesîsên madenê yên li herêma Dnipropetrovskê yên ku ji aliyê pîşesaziya parastinê ya Ukraynayê ve têne bikaranîn, cihên lojîstîkê û tesîsên enerjiyê yê li başûrê Ukraynayê û herêma Kîevê jî hatin hedefkirin.

Wezaretê ragihand ku di 24 saetên borî de pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê 7 bombeyên hewayî yên rêberkirî, mûşekek HIMARS û 763 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

(bb)