Rûsya êrişî Ukraynayê kir û qada hewayî ya Polonyayê binpê kir

Hêzên Rûsyayê êrişeke hewayî ya nû li dijî Kîêv û deverên din ên Ukraynayê pêk anîn. Hêzên çekdar ên Polandayê ragihand ku Moskovê qada hewayî ya Polonyayê bi moşekên kruis binpê kiriye.

Rûsya êrişî Ukraynayê kir û qada hewayî ya Polonyayê binpê kir
24 adar, 2024   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê rêveberiya leşkerî ya Kîevê Sergey Popko, ragihand ku artêşa Rûsyayê barbanga îro bi moşekên kruis ên bi tîpa Tu-95MS êrişî paytextê kir.

Papko di kenala ’Telgeram’ de ev agahî parve kirin "Pergala parastina hewayî ya Ukaynayê nêzî 10 moşekên ku dijmin avêtin asîmanê Kîev û derdora wê, xistin xwarê. Moşek ji herêma Saratov a li başûrê rojavayê Rûsyayê pêk hat."

Waliyê herêma Lviv, Maxim Kozitsky ragihand ku Rûsya bi moşek û balafirên teqîner ên îranî êrişî herêma Stryi ya li başûrê bajarê Lvov kiriye.

Şaredarê herêma Lviv, Andrei Sadovy jî got, armanca êrişê "Binesazî" bû û diyar kir ku herêm bi 20 moşekên kruis û 7 dronan hatiye bombebarankirin.

Hêzên Çekdar ên Polonyayê ragihand ku Rûsya di saetên berbanga îro de qada hewayî ya Polonyayê bi moşekên kruis binpê kir. Her wiha diyar kir ku hedef ji aliyê rojavayê Ukraynayê ve hatine avêtin.

(bb)