QSD’ê hewldana çekdarên ’Dîfa El Wetenî’ têk bir

Şervanên QSD’ê hewldana çekdarên ’Dîfa El Wetenî’ ku bikevin bajarokê Baxozê şikand.

QSD’ê hewldana çekdarên ’Dîfa El Wetenî’ têk bir
QSD’ê hewldana çekdarên ’Dîfa El Wetenî’ têk bir
24 adar, 2024   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê hewldana çekdarên ’Dîfa El Wetenî’ ku bikevin bajarokê Baxozê de daxuyaniyek nivîsî li ser hesabê xwe yê ’Telegeramê’ weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bersiva hewldana çekdarên ’Dîfa El Wetenî’ yên girêdayî hikumeta Şamê ku bikevin bajarokê Baxozê da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "Di navbera Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û çeteyan de şer derket. Di encamê de hejmareke çete hatin kuştin, cenazeyên 2 çeteyan û miqdareke çek kestin destê hêzên me."

(bb)