Rûsya bîlançoya êrişên li ser ’herêma bêçek’ aşkera kir

Rayedarekî rûsî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirekr roja şemî, 9 caran êrişî ’herêma bêçek’ kirine.

Rûsya bîlançoya êrişên li ser ’herêma bêçek’ aşkera kir
26 sibat, 2024   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê seroka Navenda Lihevhatinê ya Rûsyayê Vadim Collet di civîneke çapemeniyê de ragihand ku çeteyên Cebhet El Nusra 9 caran êrişî herêma bêçek kirine.

Collet diyar kir ku çeteyên Cebhet El Nusra roja şemî 9 caran êriş baregehên hikumeta Şamê yên li ’herêma bêçek’ a li Idilbê kirine.

Li gorî Vadim Collet bîlançoya êrişan wê wiha ye; li Laziqiyê êrişek , li Idlibê 5 û li Helebê 3 êriş hatine kirin.

Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê duh ragihandindibû hêzên wan li gundewarê Hema û Idlibê 7 balafirên bê mirov ên  "terorîstan" xistin xwarê ku hewl didin nuqteyên wan û gund û bajarokên ewle bikin hedef.

(şx)