Rûsya bajarokek desteser kir û Ukraynayê 3 gund vegerandin

Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarokekî li Dnipropetrovskê desteser kiriye, Ukraynayê jî sê gundên girêdayî Donetskê vegerandin.

Rûsya bajarokek desteser kir û Ukraynayê 3 gund vegerandin
25 tebax, 2025   10:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got ku hêzên wan bajarokê Vilia li herêma Dnipropetrovskê ya Ukraynayê, desteser kiriye. Lê Kîevê hîn ev yek piştrast nekiriye.

Li aliyekî din fermandarê giştî yê hêzên Ukraynayê Oleksandr Syrskyi ragihand ku hêzên wan gundên Mykhailivka, Zeleny Hay û Volodymyrievka yên li herêma Donetskê vegerandin. Syrskyi destnîşan kir ku şer li nêzî bajarê Pokrovskê, ku bi mehan e bûye qada şerên dijwar, berdewam dike.

Dezgeha Îstîxbarata Leşkerî ya Ukraynayê ragihand ku wan operasyonek hevbeş bi yekîneyeke hêzên taybet re pêk aniye, ku di encamê de gundê Novomykhailivka, li başûrê Pokrovskê, vegerandiye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên parastina hewayî şeva borî 21 dronên Ukraynayê asteng kirin û xistin xwarê, ku du ji wan ber bi Moskowê ve diçûn.

(k)