Li Hesekê cenazeyên du ciwanan hatin dîtin

Li Hesekê du ciwanên berî du rojan hatibûn revandin, kuştî hatin dîtin.

Li Hesekê cenazeyên du ciwanan hatin dîtin
25 tebax, 2025   10:23
HESEKÊ

Adil Menîs Emînakî yê ji gundê Mişêrfa Helîmo û Lewend Meo yê ji gundê Çolbistan ê girêdayî bajarokê Sêgir ê bajarê Dirbêsiyê beriya du rojan li ser rêya Şedadê hatibûn revandin. 

Her du ciwan duh êvarî kuştî li bajarê Hesekê li ser sergoyekî hatin dîtin.

Li gorî agahiyan, her du ciwan  ku 30 salî ne di karên tamîrkirin û avahîsaziyan de dixebitin.

Hîna jî agahî û sedemên sûcê zelal nebûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

(fr)

ANHA