Rûsya bajarekî din ê Ukraynayê kontrol kir

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarê Beletskoye yê Donetskê kontrol kirine û çeperên Ukraynayê kirine hedef.

Rûsya bajarekî din ê Ukraynayê kontrol kir
23 tîrmeh, 2026   22:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê bajarê Beletskoye yê Komara Gel a Donetskê kontrol kirine.

Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin: "Yekîneyên êrişkar piştî êrişa bi panzêran, kontrolkirina bajar temam kir. Piştre ji bo şopandina leşkerên ukranî yên xwe di avahiyan de veşartine û cezakirina wan tedbîr girtine. "

Wezaretê her wiha destnîşan kir ku hêzên Rûsyayê li 146 deveran, cihên hilberandin û hilanîna dronên Ukraynî, tesîsên enerjî, sotemenî û veguhastinê û xalên belavbûna leşkeran kirin armanc.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava 24 saetên dawîn de bi sedan dron, topavêj û mûşek hatin xistin û zerar gihaşt nêzî hezar û 420 leşkerên Rûsyayê.

(bb)