Îşkence li kalemêrekî kirin û wî birîndar kirin

Li Efrînê hien kesan îşkence li kalemêrekî kir û wî birîndar kir. Malbata kelemêr banga hesabpirsînê kir.

Îşkence li kalemêrekî kirin û wî birîndar kirin
23 tîrmeh, 2026   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku kesê bi navê Ebû Mehmûd tevî 4 xizmên wî yên ji malbata El Mengawî, îşkence li Arif Hesen Dilo (70) yê Kurd ê ji gundê Hîkçê yê navçeya Cindirisê kir.

Li gorî çavkaniyan, lêdan ji ber nakokiyeke beriya sala 2015‘an di navbera gundiyan çêbûye ku tu eleqaya Arif jê nine. Her wiha dane zanîn ku êrişkaran bi giranî li rûyê Arif xistine û wî birîndar kirine.

Çavkaniyan destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê êriş rawestandin û êrişkar tevî Arif birin qereqola Cindirêsê da lêpirsîn were kirin.

Li gorî çavkaniyan, malbata El Mengawî pişt bûyerê gotinên xirab li Kurdan û sembolên wan kirine û gefa kuştinê xwarin.

Malbata Arif banga lezgîn li aliyên ewlehiyê kirin ku destwerdan bikin û hesabpirsînê ji êrişkaran bixwazin.

(bb)