Li Efrînê kesek hat qetilkirin

Li Efrînê kesekî 46 salî di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da.

Li Efrînê kesek hat qetilkirin
23 tîrmeh, 2026   21:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser rêya navçeya Cindirêsê û gundê Celemê yê Efrînê de kesekî 46 di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da

Li gorî SOHR‘ê, hin kesan bi telefonê li mexdûr geriyabû ku biçe gundê Celemê, piştî ku bi motorsîklêtê çû gundê navborî agahî jê qut bûn.

Çavkaniyên xwecih jî der barê mijarê de kesê hatî kuştîn di bendeke kontrolê ya hêzên hikumeta demkî re derbas bû, piştre malbata wî hat agahdarkirin ku endamên li ser bendên kontrolê gule lê reşandine.

Aliyên têkildar der barê bûyerê de tu agahî nedane.

(bb)